GOOGLE JI DİBE KURDÎDTP ÇU KURDÎSTANÊ Jİ BO HEVDÎTİNPKK BALAFIR A F16 XISTLİ KİRMAŞAN FESTÎVALA CÎHANÎ YA HESPA KURDNAVÊ KOLAKURDA NEPEJİRANDİNPARLEMENTOYA KURDA İROJ KOM DİBEDTP TEQİNÊ ŞERMEZAR KİRLİ STENBOLÊ TEQİNLİ REZİK STÛNA AVAHÎYEKÎ BİLİND HİLWEŞÎYA
02:22 - Li gor agahiyên ku hatine standin, bi paymaneke nepenî ku herdu alî ji veşartina wê berpirsiyar in, Google bi awayekî cidî û bi peyman dest bi kurdî dike..21:16 - Serokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna ji bo hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re serîlêdana xwe kirin û ji bo vê civînê çun Hewlêr. Her wisa Turk û Ayna li Silêmanî jî digel Serokomarê Iraqê Celal Talebanî hevdîtinekê bikin..12:17 - Li gor nûçeyên dawîyê PKK balafir a F 16 ya leşkerê Tirk a xistin. Piştî nîvroya îro Ajansa Anadola Tirkî belav kir ku îro li nêzîkî sînor firokeyekî cengê yê F 16 Tirkiye têk şikiyaye û firokewanê wê jî hatiye kuştin..13:04 - Li bajarê Kirmaşan ji bo nasandina hespa resena Kurd bi cîhanê festîvala hespa resena Kurd birêvediçê. Li vê festîvalê de kû ji aliyê îdareya kiltûr û mîrata parêzgeha Kirmaşanê ve birêvediçê û 64 welatên cîhanê beşdarî vê festîvala hespa resena Kurd dikin.
.19:19 - Enstîtuya Patentê ya Tirk (TPE) serîlêdana "Cola Kurda" wekî bi hinceta "li dijî ehlaq e û cudaxwaz e" nepejirand. Ev cara sêyem e ku ji bo destûra Cola Kurda serîlêdan çêdibe. Lê TPE bi hinceta "ne li gor pergala civakê ye, li dijî ehlaqê giştî ye" destûr neda Cola Kurda.
.12:43 - Îro parlamentoya Iraqê der barê Kerkûkê de danişîneke awarte pêk tîne. Parlamenterên iraqî dê îro ji bo mijara Kerkûkê civîneke taybet çêkin. Hate ragihandin ku civîn îro piştî nîvroj e û dibe ku dengdanek jî çêbibe..14:44 - Serokê Giştî yê DTP'ê Ahmet Turk teqîna li Stenbolê şermezar kir. Turk anî ziman ku çewt e mirov pêşîn navnîşana êrîşkeran bîne ziman ku hêj tiştek ne belî ye..14:31 - Duh êvarê li Gungoren a Stenbolê teqemeniyek di qutiya gilêşê de teqiya. Li ser vê yekê kes li dora birîndaran kom bûn û qelebalixek mezin pêk hat. Di wê navberê de teqîneke mezin pêk hat û hejmara kuştiyan zêdetir bû..20:12 - Li Amedê li navçeya Rezik (Bağlar) stûna avahiyeke bilind nîvê şevî hilweşiya. Stûn bi gurmîneke mezin hate xwar. Bi teqînê re rûniştiyên avahiyê ji xew hişyar bûn û gotin qey erdhej dibe. Rûniştiyên avahiyê bi lez bazdan derve..